Serok Barzanî pêswaziya Balyozê Fransayê yê li Iraqê kir

Dîroka weşanê :
Serok Barzanî pêswaziya Balyozê Fransayê yê li Iraqê kir

PeyamaKurd – Îro (11ê mijdara 2024an) li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Patrick Durel Balyozê Fransayê yê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Yann Braem Konsulê Giştiyê Fransa li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Fransayê yê li Iraqê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Parlemena Kurdistanê li Serok Barzanî kir û rûmetên xwe jî peşkeş kir ji ber rêjeya zêdeya beşdariya welatiyên Herêma Kurdistanê ya di rewşeke aram û demokratik de dema hilbijartinên Parlemena Kurdistanê ya meha cotmeha bihurî.

Serok Barzanî jî ji ber beşdariya berbiçav ya welatiyan û birêveçûna serkeftî ya hilbijartinê ya bi palpişteke mezin ya ji bo hiqûq û sazî û damezraweyên Herêma Kurdistanê da zanîn û ji bo çavdêrîkirina vê hilbijartinê, spasiya civaka navdewletî û hemû aliyan kir.

Di hevdîtinê de nirxandina rewşa siyasiya Iraq û herêmê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û tekez li ser pêwendî û dostaniya di navbera gelê Kurdistanê û yê Fransayê de jî kirin.

Di beşekî din ê hevdîtinê de Balyozê Fransayê yê li Iraqê spasiya Serok Barzanî kir, ji ber ku pê giring hatiye û bûye palpişt ji bo  birêveçûna merasîma bîranîna 100 saliya ji dayikbûna xanim Danielle Mitterrandê ku sibê (12yê cotmeha 2024an) dê li Hewlêra paytext dê bi rê ve biçe.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin