Serok Barzanî pêswaziya Emar Hekîm kir

Serok Barzanî pêswaziya Emar Hekîm kir

PeyamaKurd –  Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya  serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî ya Iraqê kir û çend mijar gotûbêj kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro (29ê cotmeha 2024an) li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî ya Iraqê Emar Hekîm kir û di destpêka hevdîtinê de Emar Hekîm ji ber serkeftina proseya helbijartinên dewra 6an a Parlamentoya Kurdistanê, pîrozbahî li Serok Barzanî û gele Kurdistanê kir ku roja 20ê cotmehê pêk hatibûn.

Her wiha di hevdîtinê de herdu aliyan derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraq a Federal de danûstendin kirin û qewamên dawiyê û guherînên siyasî û ewlehî yên li herêmê û pêwîstiya parastina aramiya Iraqê gotûbêj kirin.  

 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin