PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji Ofîsa Serok Barzanî ve hatin ragihandin, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya siyasetmedarên Iraqê kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêşhatên siyasî yên Iraqê û rewşa Mûsilê hatine nirxandin.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serok Barzanî, îro bi Serokê Eniya Rizgarî û Geşepêdanê ya Hewlêrê Usame Nuceyfî û şanda ligel wî civiya. Hat diyarkirin ku di civîna hat kirin de li ser proseya siyasiya ya Iraqê û rewşa Mûsilê nirxandinên dorfireh hatine kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de aliyan li ser başkirina rewşa jiyana welatiyan, nêrînên xwe bi hev re parve kirine û li ser mijarê, dan û stendin kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin