PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema koça dawî ya serokê Rêxistina Alîkarî û Desteka Xelkê Kurd li Rûsyayê û hem rêvebirê malpera dîjîtal ya Rya Teze Yûrî Nebiyev peyamekî sersaxiyê belav kir. Peyama Serok Mesûd Barzanî weha ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê siyasî û kulturî yê Kurdê Rûsya û Cîgirê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Yekîtiya Sovyeta berê û Serokê Rêxistina Hevkarî û Tebayî ya li gel gelê Kurd Mamosta Yûrî Şamîl Nebiyêv gihîşt me ku ji ber nexweşiyekê, li bajarê Moskowê koça dawî kiriye. Mamosta Yûrî Nebiyêv kesayetiyekî dilsoz û neteweyî bû ku roleke ber bi çav di yekîtî û tebayî ya di navbera Kurdan û belavkirina kultur û hizr û bîra neteweyî de hebûye.
Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û nasên xwedê jêrazî Yûrî Nebiyêv û cemawer û rêxistin û çalakvanên Kurd li Rûsya û welatên Sovyeta berê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji Xwedayê mezin hêvîdar im hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê û ruhê xwedê jêrazî şad be.
Mesûd Barzanî
06.07.2021”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin