PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Pênceşemê pêşwazî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih kir.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û proseya pêkanîna hikûmet û raspardina serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Tewfîq Elawî hatiye guftûgo kirin.
Li gorî daxuyaniya piştî hevdîtinê, di derbarê çareseriyên derketina Iraqê ji qeyranan û vegerana aramî û bicihkirina daxwaziyên xwepêşanderan de danustandina bîr û ramanan hat kirin.
Herwiha pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî mijareke din a hevdîtina Serok Barzanî û Berhem Salih bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin