PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 23yê Tebaxê roja Duşemê, pêşwazî li cîgirê berê yê serokwezîrê Iraqê Mihemed Tofîq Elawî û şanda ligel wî kir.
Malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de ragihand, Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê li Selahaddîn pêşwaziya Mihemed Tofîq Ellawî berbijêr û raspardiyê berê yê Serokwezîrê Iraqê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û hilbijartinên pêşwext ên Iraqê hatin guftûgo kirin.
Herwiha di hevdîtinê de li ser derbaskirina gefên li ber proseya siyasî ya Iraqê danûstandina bîr û ramanan kirin û tekezî li ser hemahengiya navbera aliyên siyasî û pêkhatên Iraqê hat kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin