PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 22yê Mijdarê roja Sêşemê, bi Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî û şandeke hevbeş a Zanîngeha Geşepêdana Mirovî û Rêxistina Rabiteya Mirovî ya li Kurdistanê re civiya.
Hat ragihandin ku Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman a Cîhanî Dr. Elî Qeredaxî û şanda ligel wî kiriye.
Baregeha Barzanî derbarê civînê de ragihand, rewşa Iraqê û navçeyê hatiye gotûbêjkirin û li ser astengî û gefên li ber seqamgîrî û aştiya li navçe û cîhanê danûstandina fikr û ramanan hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de gotin, di civînê de tekezî li ser redkirina zimanê gef û înkarê hat kirin û hat destnîşankirin ku zimanê diyalog û aştîxwaziyê, ji bo çareserkirina kêşe û qeyranên navçeyê, rêya herî baş e.
Di beşeke din a civînê de jî rewşa navxwe ya Kurdistanê, bar û guzetan û nîgeraniyên xelkê Kurdistanê hat gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin