Serok û Serokwezîrê Kurdistanê bi Çavusoglu re axivîn

Serok û Serokwezîrê Kurdistanê bi Çavusoglu re axivîn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrur Barzanî bi pêwendiyên telefonî ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu axivîn.

Li gorî daxuyaniya wezareta derve ya Tirkiyê, di pêwendiyên telefonî de Çavuşoglu diyar kiriye ku ji ber bûyerên vê dawiyê yên navbera Amerîka û Îranê li Iraqê qewimîne, Tirkiye ligel gelê Iraqê ye.

Çavşuoglu ku doh serdana Iraqê kiribû di pêwendiyên telefonî de, diyar kiriye ku ew dê piştgiriya bo gelê Iraqê berdewam bikin.

Hêjayî gotinê ye, Çavuşoglu beriya serdana xwe ya Iraqê jî bi rêya telefonê Nêçîrvan Barzanî û Mesrur Barzanî agahdar kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin