PeyamaKurd – Viyan Sebrî ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), weke Seroka Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê û Viyan Dexîl jî weke Berdevka Fraksiyonê hat destnîşankirin.
Li gor zanyariyan, Viyan Sebrî diyar kiriye ku wê pêşniyara Serokatiya Fraksiyonê pejirandiye.
Herwiha Viyan Dexîl jî weke Berdevka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest bi kar dike.
Ev cara ewil e partiyeke mezin a Kurdî li asta Iraqê di heman demê de serok û berdevka fraksiyona xwe ji parlamenterên jin hildibijêre.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin