PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew hêvî dikin ku peymana agirbestê ya li Xezeyê, li herêmê bibe pêngava aştiyeke mayînde.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro daxuyaniyek belav kir derbarê peymana agirbestê ya li Xezeyê ya di navbera Hemas û Îsraîlê de.
Serokatiya Herêma Kurdistanê hêvî kir ku peymana di navbera Hemas û Îsraîlê de li herêmê bibe pêngava aştiyeke mayînde.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de weha hat gotin:
“Bidawîkirina tundiyê, tekane rê ye ji bo dabînkirina paşerojeke baştir ji hemiyan re.
Em bangî hemû aliyan dikin ku pêbendî diyalogê bin û ji bo aramî û bipêşketinê bixebitin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin