PeyamaKurd- Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro Serokê Enstîtuyê Kurdî ya Almanyayê Fevzî Ozmen koça dawî kir.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku Fevzî Ozmen ê ku ev demek bû ji ber nexweşiyekê dihat dermankirin û îro jî ji ber vê nexweşînê çû ser dilovaniyê.
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê Fevzî Ozmen, di sala 1943yan li bajarê Erziromê ya li Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûbû û salên dirêj bûn ku xizmeta xebat û lêkolînên zimanê Kurdî dikir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin