PeyamaKurd – Bi sedema hilbijartina Nêçîrvan Barzanî bo serokiya Herêma Kurdistanê, Serokê Giştî yê Tevgera Goranê Omer Seyid Elî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Nêçîrvan Barzanî spasiya Omer Seyid Elî kir û her du aliyan tekezî li girîngiya karê bi hev re, hevkarî û hevahengiya di navbera aliyan de û yekrêziyê kirin, ji bo rûbirûbûna rikeberiyên qonaxên dahatî û ji bo xizmetkirina gel û welat.
Parlamentoya Kurdistanê doh 28ê Gulana 2019an Nêçîrvan Barzanî wek duyem Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin