PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo bi rayedarên Iraqê re hin hevdîtinan pêk bîne wê îşev serdana paytexta Iraqê Bexdayê bike.
Di derbarê vê serdana nişkegavî de rayedarên Serokatiya Herêma Kurdistanê ti daxuyanî nedan.
Hat ragihandin ku di çarçoveya serdana 2 rojan de, Nêçîrvan Barzanî wê beşdarî civîna hevkariya rêveberiya dewletê ya ku sibê tê lidarxistin, bibe.
Li gorî agahiyan, di qonaxa duyem a serdana xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî, Serokomar Letîf Reşîd û Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmûd Meşhedanî jî civînan pê bîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin