PeyamaKurd – Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd gihîşt Hewlêrê û biryar e bi serok Mesûd Barzanî û rayedarên din ên Herêma Kurdistanê re bicive.
Îro Serokkomarê Iraqê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê danî û li wê derê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat pêşwazîkirin.
Li gor agahiyan, Ebdulletîf Reşîd wê bi Serok Mesûd Barzanî û herwiha bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî bicive.
Serokkomarê Iraqê herwiha wê serdana bajarê Duhokê jî bike û beşdarî konferanseke Zanîngeha Amerîkî ya li vî bajarî bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin