PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî hevdîtinên ligel karbidestên Iraqê re li Bexdayê got, "Me peyama Hewlêrê gihande Bexdayê."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, piştî hevdîtina ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ji medyakaran re derbarê serencama serdana Bexdayê de axivî.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ew hatine Bexdayê da ku pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de çareser bikin Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di daxuyanîyeke rojnamevanî de piştî civîna ligel Serokê Parlementoya Iraqê got, piştî civîna dawî ya Kabîneya Hikumeta Kurdistanê wan biryar da bû, seredana Bexdayê bikin û pirs û pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, ligel rayedarên Iraqê gotûbêj bikin.
Barzanî wiha axivî: "Em li gel serok komar, serok perleman û hikumetê civîn. Têgihêjtinên gelek baş hebûn, hemû ew tiştên pêwîst bû bihên gotin ji alîyê şanda herêmê ve me ji wan re got û peyama Hewlêr gihande Bexdayê."
Serokwezîr Barzanî da zanîn ku dê li demeke nêzîk dest bi danûstandinên teknîkî bo gengeşekirina wan miijaran bê kirin û da xuyakirin.
Herwiha Helbûsî jî pêzanînên xwe derbirî li ser serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û got, "Ev serdan giring bû bo nîşandana nîyazpakîya Herêma Kurdistanê."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin