PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê di merasima danîna bingeha Bendava Duwîn de got: "Parastina ava baranê û samanên avî di têkoşîna li dijî guherîna avûhewayê de di nav hîmên bergiriyê yên herî gring de ye."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê beşdarî merasîma danîna bingeha Bendava Duwîn ku wek proje wê li nêzîkî Kela Duwîn a dîrokî ya li ser sînorê navçeya Pîrmamê ye bê çêkirin bû û wiha peyivî:
"Ev dever ji bo komkirina avê gelek guncaw e û pirojeyê bi awayekî ku bandora neyênî li bermahiyên dîrokî yên herêmê neke û bêtir av bê komkirin hatiye amadekirin. Min daxwaz ji Wezareta Bajarvaniyê û wezaretên pêwendîdar kir ku ji bo parzûnkirina hemû kanalîzasyonên ku diherikin kaniyên derdora Şeqlawayê û rê li ber derbazbûna ava vê bendavê digirin, bergiriyên pêwîst bi lez werbigirin."
Wê cotkarên ku zeviyên wan di bin avê de mane bêne qerebû kirin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku wê qerebûya cotkarên ku zeviyên wan di bin avê de bimînin, bê dayîn û dom kir:
"Me biryar daye ku em qerebûyê bidin cotkarên xwe yên ku zeviyên wan di bin avê de mane û mexdûr bûne."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî aliyên pêwendîdar peywirdar kir ku bendavê li gorî prensîbên arkeolojîk çêbikin da ku ziyanê nede Kela Duwîn û şûnwarên din ên dîrokî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya axaftina xwe de got, "Bi temambûna vê bendavê û restorekirina bermahiyên dîrokî wê herêm ji aliyê xweza û arkeolojiyê ve bibe yek ji navendên herî girîng ên tûrîzmê. Ji bo rûbirûbûna encamên guherîna avûhewayê û ziwabûnê, vegerandina ava baran û çavkaniyên avê yek ji bergiriyên sereke yên hikûmeta me ye."
Di merasîmê de Wezîrê Çandinî û Samanên Avî yê Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî jî gotarek pêşkêş kir û got ku li Herêma Kurdistanê, heta dawiya îsal rêjeya komkirina avê wê bigihîje 10 milyar û 122 milyon metreçarçik û ev jî serkeftineke gring û stratejîk e.
Hate ragihandin ku wê kapasîteya avê ya bendava ku ji aliyê kompaniya Sinkê ve bi buhayê 88 milyar dînarî bê çêkirin, 100 milyon metreçarçik be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin