Serokwezîrê Iraqê Sûdanî gihîst Hewlêrê

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî gihîst Hewlêrê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî de gihîşt Hewlêrê.

Îro 13.11.2024 demjimêr 09:00ê demjimêr 09:00ê Mihemed Şîe Sûdanî gihîşt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Sûdanî wê piştî Hewlêrê serdana Silêmaniyê jî bike.

Tê çaverêkirin ku di civîna Sûdanî û Serokwezîr Barzanî de, mijarên weke hinartina petrolê, pêkanîna kabîneya 10, serjimêrî, budçe û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bên gotûbêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin