Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dengê xwe da!

Dîroka weşanê :
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dengê xwe da!

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û kurê wî Îdrîs Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê dengê xwe dan. Piştî ku Barzanî dengê xwe da, ji çapemeniyê re daxuyaniyeke kurt da.

Di daxuyaniyê de Barzanî wiha got: Ev hilbijartin ji bo gelê Kurd pir girîng e. Ji ber vê yekê divê her kes were û dengê xwe bide.

Nêçîrvan Barzanî li ser gotina Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malikî, ku gotibû em ê hikûmeta piranî pêk bînin, jî wiha axivî: Li Iraqê hikûmet li ser esasên lihevhatinê pêk hatiye û ti kes nikarê vê yekê xira bike.

Li ser mafên qanûnî  yên Kurdan jî Barzanî wiha got: “Derdê gelê Kurdistanê madeya 140î û mafên dî ne. Kursiyê Serokomariyê jî yê Kurdan e û em vî kursiyî ti caran bernadin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin