Li Herêma Kurdistanê 14 mirin û 415 pêketin hatin tomarkirin

Li Herêma Kurdistanê 14 mirin û 415 pêketin hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 415 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 14 kes jî pê mirdine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji 415 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine 111 kes li Hewlêrê, 91 kes li Silêmaniyê, 171 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 26 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

14 kesên can dane jî 1 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Herwiha di 24 demjimêran de 198 nexweşên korona jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara giştî ya pêketinan li Herêma Kurdistanî gihîşt 96616 kesan, ya mirinan bû 3146 kes û heta niha 60363 nexweş jî baş bûne.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin