PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şewata ku çend roj in li daristanên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye, berdewam dike û nehatiye kontrolkirin.
Li gorî çavkaniyan, çend roj in şewat li derdora çiyayê navçeya Raca ya Efrînê derketiye û şewatê gundên Meydana, çiyayê Koso û zeviyên çandiniyê yên welatiyan jî daye ber xwe.
Heta niha ti hewlên bo vemirandina agir nehatine kirin û welatîyên herêmê jî bi xebatên xwe nikarin şewatê bitefîinin.
Hêjayî gotinê ye, hin çavkaniyên xwecihî çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê bi derxistina wî agirî tawanbar dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin