Pasdarên Îranê 2 kolberên Kurd kust

Pasdarên Îranê 2 kolberên Kurd kust

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina malpera Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, li Rojhilatê Kurdistanê, 2 kolberên Kurd ji aliyê hêzên pasdarên Îranê ve hatin kuştin.

Hengawê ragihand ku derengiya şeva borî li zozana Kanî Zerdê ya bajarê Serdeştê, pasdarên Îranê komek kolberên Kurd dan ber guleyan ku di wê êrîşê de kolber Mihemed Îbrahîmzade yê 37 salî hat kuştin.

Herwiha Hengawê da xuyakirin ku îro danê sibê jî li zozana Henge Jal ya bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din ji aliyê pasdarên Îranê ve hatiye kuştin ku navê wî Mehmûd Muradî (22 salî) û xelkê gundê Qulîava yê Bane bûye.

 Hat diyarkirin ku pasdarên Îranê bêyî ku wî kolberî agahdar bikin, dane ber guleyan û çend gule li zik û pişta wî dane û kuştine.

Li Rojhilatê Kurdistanê xelk ji ber hejarîyê karê kolberiyê dike ku li gor amaran di sala 2019an de 100 koberên Kurd piraniya wan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin hinek jî ji ber mercên giran ên cografî can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin