PeyamaKurd - Li gorî amarên dawî li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê 120 nexweşên vîrûsa koronayê li nexweşxaneyan hatine razandin ku 18 ji wan di beşên venêrîna hûrî de ne.
Tenê li nexweşxaneya dewletê ya Gazî Yaşargîl 60 kesên bi koronayê ketine hatine razandin 18 ji wan di beşa venêrîna hûrî de têne tedawîkirin.
Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê jî 50 kesên bi koronayê ketine hatine razandin û 11 ji wan di venêrîna hûrî de ne. Herwiha zêdetirî deh kesan ji xebatkarên nexweşxaneyan jî bi vîrusê ketine û têne dermankirin.
Li gorî amarên dawî heta niha tevî navçeyan li Diyarbekirê zêdetirî 20 kes ji nexweşiya koronayê can dane.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî amarên 25ê Nîsanê; 2 hezar û 706 ji ber koronayê can dane, 107 hezar û 773 kes bi vîrusa koronayê ketine, hezar û 782 kes di beşa venêrîna hûr de ne, 25 hezar û 582 kes baş bûne û bi tevahî 868 hezar û 565 test hatine kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin