PeyamaKurd- Bi sedema ku Tirkiye ji Rûsyayê sîstema S-400an kirî, Amerîka jî dixwaze ku dorpêçê deyne ser Tirkiyê. Bo karibe dorpêçê deyne ser Tirkiyê, divê prosedur di hinek astan de derbas bibe. Asta yekem ew bû ku îro komîsyona têkiliyên derve ya senatoya Amerîkayê danîna dorpêçê bo ser Tirkiyê tesdîq kir. Di komîsyonê de 18 deng bo dorpêçê û 4 deng jî dorpêçê red kirin.
Piştî komîsyon biryarê da, asta duyem jî Senatoya giştiye. Eger senato dorpêçê qebûl bike, wê here ber destê Trump. Trump dikare red bike lê eger di senatiyê de dengên bo dorpêçê ji 2/3 yan zêdetir be, Trump nikare biryarê veto bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin