PeyamaKurd- Li herêma Sîna ya Misirê li dijî wesayîteke leşkerî, êrîşeke bombeyî pêk hat û di encamê de 10 leşkeran can da.
Hat ragihandin ku êrîşeke bombeyî pêk hatiye û di wê êrîşê de 10 leşkeran jiyana xwe ji dest daye.
Berdevkê Artêşê Tamir er-Rifai, da zanin ku li devera Bi’r el-Abd a ya ser bi Bakurê Sînayê ya Misirê bombeyeke berê hatiye çandin, dema wesayîtekê leşkerî ji wir derbas dibû hatiye teqandin û di encamê de 10 leşker mirine.
Hêjayî gotinê ye ku heya niha tu hêzekê yan aliyekî berpirsyariya wê êrîşê negirtiye ser xwe lê tê texmînkirin ku komên ser bi DAIŞê ve ew êrîş pêk anîye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin