PeyamaKurd – Li navçeya Hîzana Bedlîsê dolmîşek wergeriya û di encama wê qezayê de 10 kesan canê xwe ji dest û 7 kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên berdest, rêwiyan ku ji gundê Çirçaxê diçûn bo navenda Xîzanê, ji rê derket û wergeriya û şarampolê.
Parêzgarê Bedlîsê Oktay Çagatay aşkere kir ku di encama wê bûyerê de heta niha 10 kesan canê xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûn.
Li ser banga alîkariya gundiyan gelek ambulans û hêzên hawarçûn û rizgarkirinê bo herêmê hatin sewqkirin. Hat diyarkirin ku kesên nexweş bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hîzanê hatine veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin