PeyamaKurd- Fînlandiya bo zîrwe ya navbera Trump-Putin, bo 4 rojan wê sînorên xwe bo hemwelatiyên Schengenê bigre da karibe kontrola welatê xwe bike. Sedema mezin ew e ku kesên karibin asayîşa welat xerab bikin, nekevin welatê Fînlandiya.
Zîrwe ya her du serokên mezin li bajarê Helsînkiyê ku payîtexta Fînlandiya ye,di 16 ê mehê de, dê çêbibe. Lewra Fînlandiya ragihand ku dê bo 4 rojan kontrola rêwiyan bikin da zanibin kî diçe welatê wan.
Divê hukumeta Fînê heya roja înê biryara xwe ya fermî bide. Di berya destpêka zîrwê de, herkes li bendê ye ku layangirên hawirdoriyê, aştî, mafên mirovan û demokrasiyê dê xwepêşandanan bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin