Putin ragihand ku fuzeyeka wisa çêkirine dikarin pê li her derê dinyayê bixin. Her weha Putin got ku ti sîstema parastinê ya di dinyayê nikare bandorê li fuzeyên wan bike.
Putin di meclisa federal ya Rûsyayê de di axaftina xwe de weha got: “Menzîla fuzeya me bêsînore. Dikarin bi fuzeya nû li her dera dinyayê bixin. Ferqa wê ji fuzeyên din ew e dikare rota xwe biguhêre û çiqas bixwaze, dikare li hewa bimîne. Di dinyayê de ti welat xwediyê teknolojiyeka weha nîne. Em dikarin ji noqavên bê mirov li her derê dinayayê bixin. Em di şerê konvansiyonel de dikarin serdestiyê bi fuzeyên supersonîk li ser dijminê xwe bikin.”
Putin got ku ew mecbûrin bersiva Amerîkayê bidin. Hem dikarin bi fuzeyên bi aqil (kincal) li keştiyên dijminan bixin. Putin di dawiya axaftina xwe de got ku ew nafikirin êrîşê ti welatekî bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin