PeyamaKurd - Hemwelatiyên sê navçeyên parêzgeha Zîqarê îro Yekşemê li ser daxwazên xwe yên serekî yên xizmetguzariyê dest xwepêşandanan kirin.
Hat ragihandin ku îro 26ê Tîrhemê hemwelatiyên bajarê Nasiriye yê navenda parêzgeha Zîqarê û navçeyên Şuq Elşîwix û Seyid Dexîl xwepêşandan hatin kirin.
Di xwepêşandan de, welatiyan daxwaza dabînkirina xizmetên serekî yên jiyanê av û elektrîkê kir ku bi taybet di demsala havînê de welatî bêzar bûne.
Li gor medya Iraqê hejmarek rêyên serekî yên Nasirîye, Şuqelşîwix û Seyid Dexîl ji aliyê xwepêşanderan ve hatine girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin