Di karwana hêzên Iraqî de teqîn: 2 leskeran can da

Di karwana hêzên Iraqî de teqîn: 2 leskeran can da

PeyamaKurd - Li Mexmûrê bombeyeke çandî bi leşkerên Iraqê de teqiya ku hat ragihandin, di encamê de 2 leşkerên Iraqê can dan.

Şaneya îstîxbaratî ya Iraqê ragihandiye ku li herêma Guwêra ya girêdayî Mexmûrê, di dema derbasbûna karwaneke leşkerên Iraqê de, bombe teqiya ku di encama teqînê de 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Şaneya îstîxbaratî ya Iraqê daye xuyakirin ku teqîn dema hêzên wan di lêgerîna çekdarên DAIŞê de bûn çêbûye.

Herwiha hat ragihandin ku di operasyonên dijî terorîstên DAIŞê de, 2 DAIŞî li bajarê Musilê û 4 jî li Enbarê hatine desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin