Îran tesîsa xwe ya nukleerî ya Natanzê vekir

Îran tesîsa xwe ya nukleerî ya Natanzê vekir

PeyamaKurd- Îran bo nukleera xwe dewlemend bike tesîsa xwe vekir. Di tesîsê de wê santrifujên nû bên çêkirin ku wê karibin bi xêra wan, ûranyûmê dewlemend bikin da weka ardû di reaktoreka sîvîl de bikarbînin.

Serokê Enerjiya Atomî yê Îranê Elî Ekber Salihî ragihand ku Îran bo çêkirina santrafûjan pêdiviyên bingehîn daniye. Salihî weha got: “Wê tesîsa me di çarçoveya peymana di navbera 6 dewletan de ku li Tehranê hatibû îmzekirin tevbigere. Eger tesîs bigihê asta planê xwe, wê rojê karibe 60 makîne çêbike.”

Wê hilberînên ewilî di vê mehê de bên kirin. Tesîsên Natanzê yên binê erdê bo ji êrîşên hewayî bên parastin, bi betonên sitûr hatin dorpêçkirin.

Bo karibin ûranyûmê di sîlihên nukleerî de bikarbînin, divê ûranyûmê %90 dewlemend bikin lê tesîs hêj nehatiye wê astê.

Li gor peymana di navbera Amerîka, Fransa, Brîtanya, Almanya, Rûsya û Çinê de hatiye îmzekirin, Îran dikare ûranyûmê %3.67 dewlemend bike.

Wezîrê karê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di ser hesabê xwe yê medya de weha got: “Em îznê nadin Îranê ku sîlihên nukleerî bipêş bixe. Îran zane em ji biryara xwe venagerin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin