PeyamaKurd – Li navçeya Qileban a parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, li devera Heftenînê mînek teqiya û di encamê de kesekî can da û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan bûyer îro serê sibehê li nêzîk gundê Bêcihê yê girêdayî navçeya Qilebanê ya Şirnexê qewimiye.
Hat zanîn ku îro hejmareke karkerên ji gundê Bêcih ê girêdayî navçeya Qilebanê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ve ku di binkeyeke leşkerî de kar dikirin, dema di saetên sibehê de diçûn ser karê xwe mînek raçandî bi otomibîla wan ve teqiyaye.
Herwiha di encama teqînê de kesekî can da û 2 kes jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku kesê can daye navê wî Kerem e û xelkê gundê Bêcihê ye, herwiha her du kesên birîndar jî yek ji gundê Kirorê ye û yê din jî ji navenda Şirnexê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin