PeyamaKurd - Hejmarek sazî û rêxistinên yasayî ji bo bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin dagîrkeriya Tirkiye û komên çekdar de ye, ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re name şandin.
Hat ragihandin, di salvegera çaremîn a dagirkirina Efrînê de, 24 sazî û rêxistinên yasayî û mafnasiyê nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re şandin û daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kirin ku tîmeke lêkolînê ya navdewletî ji bo Efrînê bê şandin daku rastiyê bibîne û belge bike.
Di nameyê de hatiye xwestin ku ji ber berpirsiya wê ya tawan û binpêkirinan Tirkiye wekî dewleteke dagîrker were naskirin û hesab bide.
Herwiha hat xwestin ku doseyeya tawanan ji bo dadgeha cînayetan a navdewletî bê radestkirin û ji Tirkiyê jî daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê bê kirin.
Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê di encama êrîşeke berfireh a artêşa Tirkiyê û komên çekdarên tundrew a ku 20ê Çileya 2018an dest pê kiribûn, 18ê Adara 2018an jî hatibû dagirkirin.
Ji wê demê ve heta niha bi awayê belgekirî bi hezaran bûyerên kuştin, revandin, dizî, talan û guhertina demografiya herêmê pêk hatine ku heta niha jî berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin