PeyamaKurd – Şivanekî Kurd li gundekî Qeretepeyê ji aliyê DAIŞê ve hat revandin û ji bo azadkirina wan fîdye tê xwestin.
Kurmamê şivanê DAIŞê revandî Ehmed Mistefa da zanîn: “Şeva borî DAIŞê pêwendî li gel me çêkir û em agahdar kirin ku eger pareyekî zêde bidin wan ê kurê wan azad bikin.”
Li gor Ehmed Mistefa eşkere kir: “Kurmamê wî yê bi navê Sebah Nûrî Reşîd dayîkbûyê sala 1998ê ye û şivan e. Roja 05.09.2022yê ji aliyê çekdarên DAIŞê hatiye revandin û şeva borî çekdarên DAIŞê pêwendî li gel me çêkirin û ji bavê wî Sebah re ragihandin eger tu dixwazî kurê te bi zindî vegere divê ew pareyê ku em dixwazin ji bo me amade bike û piştî çend rojên din em ê dîsa pêwendî li gel te bikin.”
Herwiha destîşan kir: “Sebah Nûrî ji malbateke PDKê ye û xwedî xizmet in. Niha malbata wan rûniştvanên gundê Narîn a ser bi nahiyeya Qeretepe ne û rewşa wan a darayî jî xerab e. Nikarin wî pareyê ku DAIŞ dixwaze amade bike. Ji ber wê jî em daxwazê ji rêveberiya Herêma Kurdistanê dikin bi hewara wî malbatê ve biçin û alîkar bin ku zarokê xwe bi zindî vegerînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin