Herdu welatan, aloziyên sînorî çareser kirin

Herdu welatan, aloziyên sînorî çareser kirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, li bajarê Batkenê di civîna komîteyên diyarkirina sînor de hikûmetên Kirgizîstan û Tacîkîstanê li ser 43,32 kîlometirên sînorî li hev kir. 

Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku rayedarên herdu welatan li hev civiyan û li ser 43,32 kîlometir sînor li hev kir ku ji 970 kîlometre sînorê di navbera herdu welatan de berê tenê 503 kîlometre hatibû diyarkirin. 

Hat zanîn ku beşek ji peymanê bi destnîşankirina protokolê hat temamkirin û ku xebatên ji bo diyarkirina sînorên mayî dê dewam bikin.

Di daxuyaniya li ser malpera fermî ya hikûmeta Kirgizîstanê de hat ragihandin ku şandên diyarkirina sînor ên herdu welatan di 3 û 8ê Cotmehê de li bajarê Batkenê li hev civiyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin