Siyasetmedar û zimanzanê Kurd Hemîd Smaîlaxa hat bibîranîn

Siyasetmedar û zimanzanê Kurd Hemîd Smaîlaxa hat bibîranîn

PeyamaKurd – Siyasetmedar û zimanzanê Kurd Hemîd Smaîlaxa, di yekemîn salvegera koçkirina xwe de li navçeya Qoser a Mêrdînê hat bibîranîn.

Siyasetmedar û zimanzanê Kurd Hemîd Smaîlaxa, berî salekê ji ber vîrûsa Korona (Covîd-19) koça dawî kiribû û li gundê Dêrika Smaîlaxa ya ser bi Mêrdînê ve hatibû veşartin.

Hemît Smaîl Axa, di sala 1948an de li gundê Dêrika Smaîlaxa jidayîkbûye û di sala 1968an de li nav Partî Demokratî Kurdistan de, li Bakurê Kurdistanê dest bi xebatên  siyasî kiribû. Hemît Kiliçaslan xebatên xwe yên li ser ziman jî di nav koma Kurmancî de dimeşand û herî dawî jî berdevkê PDK-Bakur bû.

Derbarê yekemîn salvegera koçkirina Hemîd Smaîlaxa de, Komiteya Rêvebir a Partiya Demokrat a Kurdistan – Bakur daxuyaniyek weşand, naroka wê jî wiha ye:

“Em, wekî Partiya Demokrat a Kurdistan – Bakur, spasiya we hemiyan dikin ku hûn ji bo yekemîn salvegera koçkirina hêja Hemîdê Smaîlaxa, îro li gel me civîyan.

Bê guman taybetmendiyên Kekê Hemîd gelek bûn, lê em wekî hevalên wî, wekî xwişk û birayen wî, em ê ji we re behsa çend taybetmendiyên Kekê Hemîd bikin û wî bibîr bînin.

Berî her tiştî, ew evîndarê neteweya Kurd û axa Kurdistanê bû. Wî temama jiyana xwe di ber azadiya miletê Kurd û serxwebûna Kurdistanê de derbas kir. Heta roja ku xatir ji me xwest û çû jî, bi dilsozî û bi fedakarî xizmeta gelê xwe yê bindest kir.

Ew zana û rewşenbirekî Kurd bû. Pisporekî zimanê Kurdî, zimanê me yê şêrîn bû. Çi li welat û çi jî li derveyî welat bi çalakî di nav xebatên geşkirina çanda Kurdan û zimanê Kurdî de cih distend û pêşengiya gelek ji wan xebatan dikir.

Ew şoreşgerekî zîrek û canfeda bû. Di dirêjahiya jiyana xwe de tu car gavek paş ve neavêt û ji bo mafê rewa yê miletê xwe bi her awayî xebat kir. Û ew Pêşmerge bû. Xizmetkarê welatê xwe û miletê xwe bû. Têkoşerek qehreman û wêrek bû.

Çimkî ew birayê şehîd Seîd Elçî bû û şagirtê nemir Mele Mistefa Barzanî bû. Salek berê me Kekê Hemid spart axa Kurdistanê. Kurdistan, wekî me hemiyan, dayika wî jî bû. Û ew niha di himbêza dayika xwe de radize”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin