PeyamaKurd- Serokê Rewta Sadr, Muqteda El Sadr ragihand ku divê terefdarên wî tevlî karên xwepêşandêrên li dijî hukumetê û karên siyasî yên welat nebin û heya hilbijartina pêşwext çêbibe, xwepêşandanan dewam bikin. Sadr di ser hesabê xwe yê twitterê de van pêşniyariyên xwe kir. Sadr weha got:
“Divê kesên ku xwepêşandêran kuştine lêpirsîna wan bêkirin, kesên ku hatine revandin an hatine binçavkirin serbest bên berdan, bo daxwazên xwepêşandêran, di demeka kurt de heyetekî ji xwepêşandêran bê avakirin.”
Sadr, bo grûba pêve girêdayî ya bi navê “kumşîn” ferman da bo xwe ji meydanan vekişînin û asayîşa xwepêşandêran teslîmê hêzên asayîşa dewletê bikin.
Lê “kumşîn” ên bi ser Rewta Sedr ve, du roj berê li Necefê 7 xwepêşandêran kuştibûn û 40 kesan birîndar kiribûn. Li Kerbelayê jî mudaxeleyî xwepêşandêrên ku ne teredarên wî bûn kiribû û li Bexdayê çadirên xwepêşandêran şewitandibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin