PeyamaKurd – Hate ragihandin ku droneke Tirkiyeyê otomobîlek li ser rêya Qamişlo û Hesekê bombe kir ku di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, şevê din Tirkiyeyê otomobîlek li ser rêya Qamişlo û Hesekê bombebaran kir.
Li gorî zanyariyên SOHRê, di encamê de berpirseke Rêveberiya Xweser û ajokarê wê birîndar bûn.
Hêjayî gotinê ye, ji destpêka îsal ve Tirkiyê 97 êrîşên asmanî li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser kirine û di encamê de 33 kes hatine kuştin û nêzîkî 50 kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin