SOHR : Grûpên çekdar zeytûnên Efrînê didizin

SOHR : Grûpên çekdar zeytûnên Efrînê didizin

PeyamaKurd - Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, çekdarên opozisyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, dest danîn ser 3870 darên zeytûnan û bi bihaneya piştevaniya Xezzeyê, bacê li cotkatan ferz dikin.

Di daxuayniya SOHRê de hatiye ragihandin ku çekdar ên grûpa “Sultan Murad” dest danîne ser 3300 darên zeytûnan li gundê Kotana yê navçeya Bilbilê.

Li gorî agahiyên Rewangehê, grûpên çekdar, li gundê Şêxorzê dest danîne ser 300 darên zeytûnan, li gundê Şêx Bila 70 û li gundê Dumilya 200 darên zeytûnan. 

Rewangehê da zanîn ku Çekdarên opozîsyona Sûriyeyê bi bihaneya piştevanîkirina li Xezzeyê, baca %2 li ser berhemên zeytûnan sepandiye û bi darê zorê wê bacê ji cotkaran distînin.

Herêma Efrînê ku bi darên zeytûnan naskirî ye û nêzîkî 20 milyon darên zeytûnê lê hene, li gorî medyaya navdewletî, di çend salên borî de,  berhemên zeytûnan  bûne çavkaniyeke dahatê ji grûpên çekdar ên ku Efrînê dagirkirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin