Amerîka: Berî ku Îsraîl êrîsê li ser Sûriyê bike, em agahdar kiribûn!

Amerîka: Berî ku Îsraîl êrîsê li ser Sûriyê bike, em agahdar kiribûn!

PeyamaKurd- Rayedarên Amerîkî ragihandin ku Berî ku Îsraîl êrîşê li ser Balafirgeha Tayfûrê ya Sûriyê bike, ew agahdar kiribûn.

Piştî ku rayedarên Rûsyayê ragihandin ku Îsraîlê êrîşk li ser Balafirgeha Tayfûrê ya Sûriyê kiriye, ji aliyê Amerîkayê ve jî daxuyaniyek hat.

Rayedarên Amerîkayê îdda kirin ku berî ku Îsraîl êrîşê li ser Balafirgeha Tayfûrê ya Sûriyê bike, ew agahdar kiribûn. Îsraîlê careke dî li Sûriyê, Îran ji xwe re kire hedef, lêbelê dîsa ev êrîş negirte ser xwe û di vê mijarê de daxuyaniyek neda.

Berdevkê Qesra Kremlînê yê Rûsyayê Dimitriy Peskov jî got ku berî êrîşê Îsraîlê ew xeberdar nekirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin