PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku Tirkiye hêzên xwe yên li gundên parêzgehên Hema û Helebê yên Sûriyê vedikişîne.
Li gorî SOHRê 50 wesayîtên leşkerî yên hêzên tirk ji Şêr Mexar ber bi Mear Hetat ve û piştre jî ber bi Seraqib û çiyayê Zawiyê ve derketin.
Li aliyekî din jî Tirkiye dest bi valakirina 2 xalên li Qubtan El-Cebel û çiyayê Enedan li bakurê rojavayê Helebê dike.
SOHRê daye xuyakirin ku Tirkiye bi temamî ji xala leşkerî ya Şer Mexar a çiyayê Şehşebo ya bakurê rojavayê Hemayê vekişiyaye.
Herwiha hêzên rejîma Sûriyê jî piştî vekişîna hêzên tirk alên xwe li ser xala 9emîn a Morekê ku Tirkiyê vala kiribû bilind kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin