SOHRê bîlançoya êrîsa ser girtîgeha Hesekê eskere kir, HSDê jî girtina 89 DAISîyên xwestine birevin ragihand

SOHRê bîlançoya êrîsa ser girtîgeha Hesekê eskere kir, HSDê jî girtina 89 DAISîyên xwestine birevin ragihand

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hejmara qurbaniyên êrîşa doh a DAIŞê li zindana Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê eşkere kir.

SOHRê eşkere kir ku di êrîşa şeva borî de li zindana Hesekê 16 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Asayîş û pasevanên girtîgehê jî 20 kesan can daye.

Li gor ragihandina SOHRê di êrîşê de 5 kesên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane û niha operasyona leşkerî li nêzîkî Girtîgeha Xiwêran didome.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandiye ku rewşa girtîgehê hatiye kontrolkirin û 89 DAIŞîyên hewl dane birevin li derdora girtîgehê hatine girtin.

Şevê din li bajarê Hesekê li zindana Sinae ku çekdarên DAIŞê tê de ne, teqînekê rûda û piştî teqînê DAIŞê êrîş kir û dengê gelek teqeyan hatin bihîstin.

Hat zanîn ku xwekujekî li nêzîkî xaleke kontrolê ya zindanê, xwe teqandiye û piştre şer û pevçûneke dijwar di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên HSDê de rûdaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin