PeyamaKurd – Li welatê Afrîka Ganayê li nêzî bajarokê madenê Bogosoyê kamyona maddeyên teqemenî hildigirt û motorsîkletekî lihev ketin û di encamê de teqînekî mezin çêbû. Hat ragişhandin ku li ciyê teqînê gelek kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne. Jimara mirî û birîndaran nehat ragihandin. Revebiriya polîs bûyerê weha ragihand:
“Piştî nîvro li herêma rojava di navbera Bogoso û Bawdiyê li Apatsê teqînekî mezin çêbû. Sedema teqînê ku kamyonekî ji madenê re teqemenî dibir, bi motorsîkletê re lihev ket û teqîn çêbû.”
Hat ragihandin ku xebata rizgarkirinê dewam dike û divê hemwelatî xwe ji deverê dûr bigrin. Kesên bûyerê dîtine gotine ku gelek kes mirine, birîndar hene û gelek avahî herifîne ser hev. Li ciyê tqînê çaleka mezin çêbûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin