YNKê ji bo danûstandina PDKê komîteyeke sê kesî ava kir

YNKê ji bo danûstandina PDKê komîteyeke sê kesî ava kir

PeyamaKurd - Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) komîteyekî sê kesî ji bo civîna li gel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pêk anî û biryar e di demeke nêzîk de ew komîte bi PDKê re bicive.

Hat ragihandin ku piştî civîna Polîtburoya YNKê ya doh li Silêmaniyê hat lidarxistin, biryar hatiye standin ku komîteyek ji bo danûstandina ligel PDKê ya derbarê destnîşankirina parêzgarê Kerkûkê, pêkanîna hikûmetê û beşdariya merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê bê avakirin.

Hat zanîn ku komîte ji Kosret Resûl, Bafil Talebanî û Erselan Bayîz pêk tê û biryar e ew komîte di demeke nêzîk de li gel PDKê bicive.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin