PeyamaKurd – Endama Parlamentoya Iraqê ya ser bi fraksiyona YNKê Sozan Mensûr diyar kir, pêwendiya moşekbarana li ser bajarê Hewlêrê ji aliyê Îranê ve, bi hebûna binkeyên Îsraîlê ve tune, ji ber pirsgirêka hilbijartina serokomar û hikûmeta Iraqê ya nû ew êrîş pêk hatiye.
Li gor Sozan Mensûr di daxuyaniyeke çapemeniya YNKê de mukir hat û destnîşan kir, pêwendiya moşekbarana Îranê ya ser Hewlêrê, bi hebûna binkeyên Îsraîlê ve tune.
Herwiha da zanîn: “Ji bo dubare nebûna moşekbarana Hewlêrê, nabe berjewendiyên bilind ên Kurdistanê bikin qurbana serokomartiyê û ji ber siyaseta xelet ve rê ji bo êrîşkirina ser Kurdistanê nabe bê xweşkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin