PeyamaKurd – Bo helwest û derbirîna hevxemî û serxweşiya berdevkê hizba xwe, PDK Bakur spasnameyek arasteyî Serok Mesûd Barzanî û hizb û rêxistinên Kurdan kir.
Spasnameya PDK Bakur wiha ye:
Ji ber koça dawî ya Berdevkê Partiya me PDK-Bakur, welatparêzê hêja Hemîd Kilinçaslan, gelek partî, sazî, rêkxistin û kesan serxweşî li me kir û bûn hevparê êşa me.
Bi vê munasebetê, di serî de em spasiya Serok Barzanî û partiyên siyasî ên ji her çar aliyên Kurdistanê PDK, PDK-S, PDKI, HAK-PAR, PAK, PSK, DBP, HDP, PYSK û Saziyên Civaka Sivîl CNK, DIAKURD, KOM-KAR, Federasyona Kurdên Swêdê, Weqfa Nehrî, Ked-Kom, Komxebata Kurmancî û Dalkurdê û temamê kesên ku peyam belavkirin, telefon kirin, beşdarî şînê bûn û xwe kirin hevparê êşa me, dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin