PeyamaKurd – Li Stenbolê 3 hunermendên Efrînî ji aliyê MÎTa Tirkiyê ve hatin revandin.
Li gor çavkaniyên xwecihî diyar kirin, MÎTa Tirkiyê 3 hunermendên Kurd ên ji Efrînê li Stenbolê revandin.
Herwiha çavkaniyan eşkere kirin, her sê hunermend bi hinceta ku beriya dagirkirina kantona Efrînê di Tevgera Çand û Hunerê de dixebitîn hatin revandin.
Navên kesên hatine revandin wiha ne; Şêro Agirî, Ferhad Murad û Rakan Mistefa. MÎTa Tirk ji bo serbestdana her yekî 6 hezar dolar xwestine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin