PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed El-Sûdanî fermana lêkolîneke berfireh da derbarê êrîşkirina artêşa Iraqê ya li dijî cotkarên Kurd ên li Sergerdana Kerkûkê.
Navenda Ragihandinê ya Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku El-Sûdanî Cîgirê Wezîrê Dadê şand Kerkûkê da ku serlêdanên qanûnî yên li ser zeviyên binakok ên di navbera Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê de bişopîne.
Di heman daxuyaniyê de her weha hat ragihandin ku hemû hêzên ewlekariyê leşker, polîs, Pêşmerge û ajansên îstîxbaratê bi baldarî tevbigerin û li dijî qanûnan dernekevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin