PeyamaKurd – Amerîkayê derbarê Balafirgeha Kabûlê ya paytexta Afganistanê de ku piştî destdanîna ser deshilatiyê ya Talîbanê bi reva ji welat ketiye rojevê hişyariya êrîşa DAIŞê da.
Rayedarekî Amerîkî ji CNNê re axiviye û gotiye, “Bi îhtimaleke mezin çekdarên DAIŞê yên li Xoresanê wê hewl bidin êrîşî balafirgehê bikin.”
Herwiha dîplomatekî payebilind ê li Kabulê jî îhtimala êrîşa DAIŞê piştrast kiriye û diyar kiriye, agahdariya êrîşeke muhtemel a ser Balafirgeha Hemîd Karzayî ya Kabûlê bi wan re jî heye.
Rayedarên Amerîkî dane xuyakirin ku dibe DAIŞ bi otomobîlên bombekirî û xwekujan yan jî bi topên hawînê êrîşî qelebalixên dorûbera balafirgehê bike û artêşa Amerîkayê jî ji ber vê gefê rotayên alternatîf bo kesên diçin balafirgehê diyar dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin