4 saredarên HDPê hatin binçavkirin

4 saredarên HDPê hatin binçavkirin

PeyamaKurd- Şaredara navçeya Mêrdînê ya Sitewrê Gülistan Öncü, şaredara Mazidaxê (Şemrexê) Nalan Özaydın, şaredara Dêrikê Mülkiye Esmez vê sibê bi fermana serdozgeriya bajarê Mêrdînê hatin binçavkirin. Ji bilî van 3 şaredaran şaredara Sûrûcê Hatice Çevik jî hat binçavkirin.

Binçavkirina her 4 şaredaran di çarçoveya lêpirsîna terorê de hatiye kirin. Bi van 4 şaredaran re 10 xebatkarên şaredariyê û kesên din bi wan re hatine binçavkirin.

Lêpirsîna wan ya li baregehên asayîşê dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin