Îsraîl: Xwîna Kurdan bi destê Erdogan ve ye!

Îsraîl: Xwîna Kurdan bi destê Erdogan ve ye!

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû bang li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û got; “Kesekî ku xwîna Kurdan bi destê wî ve ye, nikare dersa exlaqê bide me.

Ji ber ku Amerîkayê konsuxaneya xwe bire Qutsê, li Xazzê di navbera leşkerên Îsraîl û gelê Filistînê de şer derketibû û di şer de herî kêm 61 kes miribû û bi hezaran kes jî birîndar bûbûn.

Piştî van bûyeran Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bertekên tund dan û got ku Îsraîl dewleta terorê ye. Ji ber van geşedanan di navbera her du dewletan de bertekên tund hatin dayîn.

Ji ber daxuyaniyên Erdogan Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû bang li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û got; “Kesekî ku xwîna Kurdan bi destê wî ve ye, nikare dersa exlaqê bide me.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin